Ji ber kêmbûna baranê.. "Zêw" li gundewarê Tirbespiyê hat lidarxistin
Welat TV - Hewlêr
“Zêw” yêk ji kevneşopên kurdan yên herî kevin e, di sala ku baran kêm dibare de, tê lidarxistin.
Îsal baran li Rojavayê Kurdistanê kêm bariya, xelkê gundê Beyandûr yê di navbera bajarên Tirbespiyê û Qamişlo ye, Zêw çêkir, li hev kom bûn, xwarin xwar û bi hev re, mezin û biçûkan bang kir û hêviya barîna baranê kir.
Şeva “Zêw” jinên gund xwarinê amade kir, her malek li gorî karîna xwe, alîkarî pêşkêş kir ji bo vê xwarinê.
Welatiyê bi navê Mihemed Ebdulah ji Welat TV re dibêje: “Ji dema ku ez zarok bûm “Zêw” weke çandekê ye di nav me de, niha jî ez 70 salî me, çi sala ku baran kêm be em Zêw çêdikin”.
Her ku Zêw tê lidarxistin, para zarokan ya herî mezin e ji kêfxweşiyê, bi ken tê de beşdar dibin.
Li Rojavayê Kurdistanê îsal baran gelekî kêm hatiye, vê yekê jî tirs li cem cotkar û kesên ku ajelan xwedî dikin zêde kiriye.