Konferansa Parîsê ya derbarê Sûriyê de lidar dikeve
Welat TV - Hewlêr
Îro, Pêncşemê, konferansa Parîsê ya derbarê Sûriyê de lidar dikeve, ji bo hevahengiya hewldanên herêmî û navdewletî ji bo piştgiriya Sûriyê di qonaxa veguhêz de.
Piştgirî di berdêla aramiyê de
Konferansa Parîsê hin armanc danîne ber çav “pêkanîna veguhestinek siyasî ya aştiyane ku serwerî û ewlehiya Sûriyê biparêze, yekkirina hewldanên alîkariya aborî û pêşkeşkirina hevkariyê, û gotûbêjkirina mijarên dadweriya veguhêz û misogerkirina wê yekê ku kes (ê tawanbar) ji sizayan nefilit e.”
Tê çaverêkirin ku konferans nerînek hevbeş bihûne derbarê pêwîstiya veguhestina aştiyane ya desthilatê li Sûriyê, ber bi sîstemekê ve ku peşdariya hemû pêkhateyên siyasî û mezhebî li welat misoger bike, û Sûriyê nebe çavkaniya nearamiyê li herêmê. Û dê desthilatdarên nû yên Sûriyê ji vê nerînê bên agahdarkirin.
Aliyên beşdar
Di konferansê de wê wezîrên derve yên 8 welatên Erebî, wezîrên derve yên welatên G7 (heft welatên pêşesazî) û nûnerên 6 welatên Eweropî û Emerîka, Turkiyê, Brîtaniya, Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekgirtî, Komkara Erebî û Encûmena Hevkarî ya Kendavê, amade bibin.
Dê Wezîrê Derve, Esad Şeybanî jî nûneratiya Sûriyê di civînan de bike. Ti agahî derbarê beşdariya aliyên din ji Sûriyê, mîna Kurdan, nehatina belavkirin.
Macron û gotara dawî
Konferans ji du beşan pêk tê; Ya yekem danê sibê ye, ku tê de nûnerên welatên Erebî, G7, Yekîtiya Ewropayê, NY, û saziyên bexşan hene, ku erka wan ew e ku diyar bikin ka civaka navdewletî dikare çi bike û organîzekirina alîkariyên ji bo piştgiriya qonaxa veguhêz an di warê nûavakirin û vejandina Sûriyê de.
Encamên konferansê dê roja Pêncşemê piştî nîvro ji civîna wezîran a giştî re werin pêşkêş kirin, ku tê de Serok Emmanuel Macron gotara dawî pêşkêş bike.